1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Girtîgeha Sîlîvriyê stranen kurdî jî qedexe ne
Li Girtîgeha Sîlîvriyê stranen kurdî jî qedexe ne,Li Girtîgeha Sîlîvriyê stranen kurdî jî qedexe ne

Li Girtîgeha Sîlîvriyê stranen kurdî jî qedexe ne

A+ A-

09:15 01.02.2014 1 / 2 AMED (DİHA) - 11 girtiyên siyasî yên ku 2 meh berê sirgûnî Girtîgeha Tipa L-6 a Sîlîvrî hatin kirin, diyar kirin ku ji ber stranên kurdî gotin nêzî 20 cezayê dîsîplinê li wan hat vekirin. Girtiyan anîn ziman ku ji bo ev pêkanînên dijmirovahî bi dawi bibe divê hemû kes hestiyar tev bigere.

Li Tirkiyeyê pêkanînên li diji mafên mirovan hem li derve û hem li hundir berdewam dike. Bi taybetî li girtîgehan zext û zordarî zêde dibin. Ji ber ku girtî mafê xwe diparêzin û doza mafê xwe dikin an tên astengkirin û an jî rastî cezayan tên. Niha jî 11 girtiyên siyasî yên ku 2 meh bere ji Girtigeha Tîpa F ya Tekirdagê sirgûnî Girtîgeha L-6'an a Sîlîvriyê hatin kirin nameyek ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re şandin. Girtiyan bal kişandin ser zext û zordariyên li dijî xwe. Li ser navê girtiyan Ahmet Bayruk anî ziman ku girtiyên siyasî li girtîgehan rastî binpêkirina mafan tên û ji ber bi kurdî stran gotine rastî ceza hatine. Bayruk, da zanîn ku pişti hatin sirgûnkirin zext û zordariyen liser wan zêdetir bûne û wiha got: "Berê jî me gelek name şandin, lê bi hincetên cuda nameyê ku me şandin hatin astengkirin. Nameyên girtiyên siyasî bi awayekî keyfî tên astengkirin. Ji ber van pêkanînên keyfî em komên ji 3-4 kesan pêk tên di muşahayan de tên hiştin." Lêpirsîn roj bi roj zêde dibin

Bayruk, destnîşan kir ku dema li hemberî van pêkanînan bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tên astengkirin. Bayruk, anî ziman ku ji ber bi kurdî stran gotin 20 lêpirsîn li wan hat vekirin û wiha got: "Dema em dixwazin li koxuşên xwe stranên bi kurdî bêjin jî dixwazin dengê me qut bikin û me bêdeng bihêlin. Ji ber ku em mafê xwe diparêzin em rasti lêpirsin û cezayan tên. Em rastî cezayên hucreyan tên."

Azadiya welat nadin wan

Bayruk, destnîşan kir ku li gel Rojnameya Azadiya Welat û Gunlukê dixwazin jî ev daxwaza wan pêk nayê û rojnameyan nadin wan. Bayruk, da zanîn ku rojname ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi awayekî keyfî ve tê astengkirin. Bayruk, ji saziyên sivîl ên civaki xwest ku li hemberi pirsgirêkên wan hestiyar tev bigerin. Bayruk, daxuyand ku wan berê jî ev mijar bi rayagiştî re parve kir, lê deng ji kesî derneket. Bayruk, bilêv kir ku wan daxwazname ji Serokwezîr, Wezîrê Dadê û Serokomar, HDP, BDP, ÎHD, TUHAD-DER'ê re şandine û xwest her kes hestiyar tev bigerin.

(mae)